Êrîşî karwaneke petrolê hate kirin

êrîş bo ser karwaneke petrolê hatiye pêkanîn.

Êrîş li bajarê Babê pêk hatiye.

Li gor zaniyariyên ku ajansa sputnik ya Rûsî belav kirine, duhê bi şev, hin dorneyên nenas li ser bajarê Babê yaku ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve hatiye dagîrkirin, êrîşeke mezin pêk anîne.

Êrîş bo ser karwaneke petrolê bûye ku ji navçeya Terhîn ve ber bi Tirkiyeyê ve diçû.

Heta niha derbarê zirarên canî yên êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.

N: E. G