Li Amedê hijmareke zêde karmendên tendirostî bi Koronayê ketine

pêdiviyên tendirostî bi asanî nayên dabînkirin

Amed yek ji bajarên Bakûrê Kurdistanê ye ku hijmareke zêde şênî têde bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya platform karker û karmendên tendirostî ya Amedê, jiber belav bûna Koronayê li Amedê rewşa bajar niha aloze û rojbiroj hijmara kesên ku bi Koronayê dikevin zêde dibe.

Platformê eşkere kiriye ku heta niha li Amedê bi giştî 346 karmend û karkerên tendirostiyê bi Koronayê ketine.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku li Amedê kîtên diyar kirina Koronayê gelek kêmin û pêdiviyên tendirostî jî bi asanî nayên dabînkirin.

N: E. G