Xelîfe Xefter: Emê waneyeke gelek baş bidin Erdogan

dibêje Tirk ji bilî wêrankarî û terajdiyan tişteke din bi xwe re nayînin

Fermandarê giştî yê artêşa Nîştimaniya Lîbyayê Xelîfe Xefter dibêje waneyeke gelek baş bidin Erdogan.

Fermandarê artêşa nîştimaniya Lîbyayê Xelîfe Xefter eşkere kiriye ku Tirkiye ji bilî karesat û terajdiyan tişteke din bo xelkê Lîbyayê bi xwe re ne aniye û nayîne.

Xefter soz daye xelkê Lîbyayê û eşkere kiriye ku vê bistek axa Lîbyayê nedin dagîrkeriya Erdogan û waneyeke gelek dîrokî jî bidin Erdogan.

Nav hatî diyar kiriye ku Tirk çûne kûderê ji bilî wêranî û terajdiî tişteke din bi xwe re nebirine.

Weke tê zanîn ku li Lîbyayê Tirkiye û beşeke zêde ji cîhadiyên Sûriyeyê yên ser bi Tirkiyeyê li dijî xelîfe Xefter piştîvaniya Feyaz Serac dike.

N: E. G