Li Eyn Îsayê tankeke Tirkiyeyê hate teqandin
18/11/2019 - 10:05
Êrîşên artêşa Tirkiye û cîhadiyan bo ser deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê didomin û di vê çarçoveyê de artêşa Tirkiye û cîhadî, li devera Eyn Îsa êrîşî ser çend gundên deverê kirin.
Şervanên YPGê jî bi tundî bersifa êrîşa wan da û di encama pevçûnê de çend leşker û cîhadî hatin kuştin û tankeke artêşa Tirkiyeyê jî hate teqandin.
Li gor jêderan êrîş hatiye têkşikandin û leşkerên Tirk û cîhadî paşve reviyane.
- Log in to post comments