Li Bexdayê 6 kes hatin kuştin
16/11/2019 - 10:22
Di çarçoveya xwepîşandanên li Îraqê de, dîsa piştî nimêja înê, li Bexdayê xwepîşandan hate kirin.
Di xwepîşandanên piştî nimêjê de 2 xwepîşander hatin kuştin.
Herwiha hate zanîn ku xwepîşandan heta şev dom kirine û bi şev li meydana Tehrîr ya li Bexdayê de tirimbîleke bombekirî di nava xwepîşanderan de teqiyaye û di encama teqînê de 4 kes hatine kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûne.
Hîn jî ti aliyek berpirsiyartiya teqînê ne girtiye ser xwe.
- Log in to post comments