Aliyên siyasî yên Kurdî li Kerkûkê dicivin

vê behsa guhertina destûra Îraqê bikin

Li gor jêderên taybetî biryare îro part û aliyên siyasî yên Kurdî yên li bajarê Kerkûkê bicivin.

Civîn vê li Kerkûkê were lidarxistin û di civînê de vê giftûgo li ser rewşa niha ya Îraqê û babeta guhertina destûra Îraqê were kirin.

Weke tê zanîn ku aliyên Kurdistanî li Kerkûk û deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê bo beşdarî kirin di hilbijartinên parêzgehan de lîsteyeke hevbeş damezrandine.