Encûmena Nûneran a Amerîkayê biryareke din li dijî Tirkiyê da

kongres jî îşev deng li ser projeyeke din ya dorpêçan dide

Encûmena Nûneran a Amerîkayê, projeyasaya ji bo sizadana berpirsên Tirkiyê ji ber êrişa li ser Rojava, qebûl kir.

Komîsyona Karûbarên Derve ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê, projeyasaya ku ji ber êrişa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê ji bo sizadana berpirsên wî welatî hatiye amadekirin, qebûl kir.

Serokê Komîsyona Karûbarên Derve ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê, Eliot Engel ku ji partiya Demokrat e û Serokê grûpa Komariyan Michael McCaul, ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê projeyasayek amade kiribûn û ew proje li Komsîyonê hat qebûlkirin.

Di wê projeyasayê de tê gotin ku pêwîst e siza li ser wan berpirsên Tirkiyê yên têkildar in bi êrişa li ser Rojava û bankên ku peywendiyên wan li gel sektora berevaniyê hene, bên sepandin.

Herwiha di wê projeyasayê de, tê diyarkirin ku divê firotina çekan bo artêşa Tirkiyê ku niha êrişî Rojavayê Kurdistanê dike, bê qedexekirin.

Eliot Engel, got, “Ew sizayên ku me pêşniyaz kirine, dê Erdogan ji vê wêrankariya metirsîdar a li hemberî asayîşa navdewletî, berpirs bigire. Divê kongres jî li dijî encamên karesat ên biryara Serok Trump, bi awayekî piştevaniya herdu partiyan xebatên xwe birêve bibe.”