Mazlum Kobanî: Rûsya garantorê lihev kirinê ye

dibêje Rûsye di navbera me de garantore

Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanî dîyar kir ku Serok Donald Trump ser rêkeftina di navbera wan û hikûmeta Sûriyê de bertek nîşan nedaye.

Kobanî ji kanala Ronahî TV re da zanîn ku Rûsya dê garantorê peymana di navbera HSD û Şamê de be.

Wî amaje kir ku ewê piştre bi hikûmeta Sûriyê re derbarê peymanê bixebitin û bal kişand ku ew peyman bo mafên Kurdan bingeha çareserîyeke sîyasî çêdike.