Kanada jî Tirkiye şermezar kir

dibêje operasiyon rê bo komkujiyan xweş kiriye

Wezareta derve ya Kanadayê daxuyaniyeke derbarê operasiyona Tirkiyeyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê weşandiye û têde bi tundî Tirkiye şermezar kiriye.

Wezareta derve ya Kanadayê di daxuyaniya xwe de hevdem li gel şermezar kirina Tirkiyeyê, biryar daye ku jiber operasiyonên firotina çekan bi Tirkiyeyê rawestîne.

Weke tê zanîn beriya niha jî 7 welatên Ewrûpî û pişt re YE û niha jî Kanada, biryara rawestandina firotina çekan bi Tirkiyeyê dane.