DYAyê doz li Halkbankê vekiriye

dibêje 9 tawanên gelek girîng kiriye

Li New Yorkê bi 6 tohmetên cida doz li Halkbankê hatiye vekirin. Di nava tohmetan de dêlkbazî û spîkirina pareyan heye.

Serdozgeriya Herêma Başur a New Yorkê ya DYAyê bi tohmeta ceza û dorpêçên ser Îranê binpê kiriye, dixwaze Halkbank were cezakirin.

Li gor nûçeyeke bianetê Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Halkbankê di 6 xalan de sûc kiriye û xwestiye li beramberî van tohmetan banke xwe biparêze.

Serdozgeriyê Halkbank bi fêl û hîle, spîkirina pare û binpê kirina cezayên ser Îranê tohmet kiriye û gotiye ku divê banke li dadgeheke amerîkî bersiva îdiayan bide.

Serdozgeriyê li ser hesabê xwe yê Twitterê û malpera fermî daxuyaniyek weşandiye ku behsa îdianameya ji 45 rûpelan tê de kiriye.

Serdozgeriyê banke bi binpêkirina van tiştan tohmet kiriye:

* Ji bo DYAyê bixapîne komplo pêkaniye

* Ji bo Yasaya Heza Ekonomîk a Lezgîn a Navnetewî (IEEPA) binpê bike komplo kiriye

* Dêlkbaziya bankevaniyê

* Ji bo dêlkbaziya bankevaniyê komplo kiriye

* Spîkirina pereyan

* Ji bo pereyan spî bike komplo kiriye.