Bîlançoya roja 7’emîn a Berxwedana Rûmetê li dijî êrîşên dewleta Tirk

dibêje gelek leşker û çete hatine kuştin û ti cîhek di destê wan de tuneye

QSD’ê derbeyên giran li artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dan. Gelek tank û erebeyên leşkerî rûxandin. Artêşa dewleta Tirk a dagirker da ku tolê hildin, sûcan li dijî sivîlan pêk tîne.

 

Berxwedana Rûmetê di roja xwe ya 8’emîn de berdewam e. QSD’ê li seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk birin.

Serêkaniyê

Duh li bajarê Serêkaniyê (roja 7’emîn a Berxwedana Rûmetê) şerekî dijwar bi top û bombebaranên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 3 aliyên rojhilat, rojava û bakur ve rû dan.

QSD’ê êrîşên dijwar têk birin û duh li nêzî dergehê sînor ê li Serêkaniyê şerekî giran rû da. Di encamê de 6 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. Her wiha jî duh ji 3 aliyan ve şerekî herî dijwar rû da. Ji aliyê rojhilat ve, şer li taxên El-Sînaa û Hewarne rû da. Li aliyê rojava jî, di dirêjahiya herêma li rêya Til Temir û heta bi sînorê Tirkiyê ve şer rû da. Li rexê jî li aliyê bakur li taxa Stasyonê (El-Miheta) bi dirêjahiya herêma ji ser rêya Til Helef heta bi sînorê Tirkiyê şerekî giran qewimî.

QSD’ê tevahî hewldanên wan ên êrîşkirinê têk birin û derbeyên giran li çeteyan dewleta Tirk a dagirker dan. Ji ber derbeyên giran, çete revîn. Da ku nerevin, artêşa dewleta Tirk a dagirker çete derbasî Serêkaniyê kirin û dîwarê sînor li ser girt ku venegerin xaka dewleta Tirk û ji şer nerevin. Hê jî şer li derdora bajêr rû dide.

Eyn Îsa

Li navçeya Eyn Îsa, malbatên çeteyên DAIŞ’ê agir bi kampa Eyn Îsa xist û li herêmê belav bûn.

Li aliyekî dîtir jî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê erebeyeke sivîl ku ji gundê Ebû Sira yê li rojavayê Eyn Îsa, hedef girt. Di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û yek jî birîndar bû.

QSD ’ê li gundên Mitras û Menkeliyê yên girêdayî navçeya Eyn Îsa 2 çalakî pêk anîn ku 2 tankên artêşa dewleta Tirk a dagirker rûxandin ku tê de jî gelek çete hebûn û hatin kuştin.

Til Temir

Karwanekî leşkerî yê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl da êrîşî gundên Aliya û Erbeîn ên bi 20 km li rojavayê navçeya Til Temirê bikin. Lê QSD’ê êrîşên wan têk birin û derbeyên giran li karwan û tîmên wan dan. Di encamê de 60 çete hatin kuştin. Tankek û 14 erebeyên leşkerî hatin rûxandin û yek jî hat desteserkirin. Bi wê re jî gundên Aliya û Erbeîn hatin rizgarkirin û 2 gundên li başûrê navçeya Til Temirê jî hatin rizgarkirin.

Girê Spî

Şervanên QSD’ê erebeyeke leşkerî ya artêşa dewleta Tirk a dagirker li gundê Kendal ê girêdayî Girê Spî rûxand. Her wiha jî şervanên QSD’ê trekseke çeteyan li gundê Ebû Sira yê girêdayî Girê Spî rûxand. Di heman çaroveyê de dema ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li xeta Şirkirak a bi 20 km dûr ji rojhilatê bajarê Girê Spî, ji aliyê QSD’ê ve hat hedefgirtin û di encamê gelek çete û artêşa dewleta Tirk a dagirker reviyan.

Li aliyekî din jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker tevî ku hêzên Koalîsyona Navdewletî li wan gundan in û destwerdan nekir, şênî ji gundên di navbera bajarokê Çelebiyê û Ebû Sira de revandin.

Kobanê

Bi vekişandina Koalîsyona Navdewletî ji navçeya Çelebiyê ya bejahiya başûrê rojhilatê Kobanê, komên çeteyan êrîşî herêma ku dikeve navbera bajarokê başûrê rojhilatê Kobanê anku Çelebiyê û gundê Ebû Sira kir û koçberiyeke mezin çêbû.

Her wiha duh bi şev artêşa Tirk a dagirker gundê rojvayê bajarê Kobanê ku şênî lê ne, kir armanc. Di nav van gundan de gundên Seftik, Boban, Xorxoriyê û Şeftik in.

Artêşa dagirker û çeteyên wê yên li Cerablusê gundên rojavayê Kobanê topbaran kirin.

Minbic

Duh sibê, hêzên Amerîkayê yên ku li hundirê bajarê Minbicê, vekişiyan û ber bi bendava Tişrînê ve ya li ser ava Firatê ve çûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Aseliyê yê ku dikeve rojavayê bajarê Minbicê topbaran kir û malên sivîlan kirin armanc. Di encamê de şênî neçar man ji malên xwe derkevin.

Di heman demê de çeteyên dewleta Tirk, da ku sivîl negihîjin bajarê Minbicê, pira gundê Awan Dadad ku dikeve navbera bajarê Minbicê û Cerablusê, rûxand.

Hesekê

Tîma bêbandorkirina mayînan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li navçeya Şedadê 3 moşekên ku ji bo armanckirina bajarokê Şedadê hatibûn amadekirin, bê bandor kirin.

Cerablus

Erebeyên çeteyên dewleta Tirk hewl didan ber bi kêleka ava Firatê ve biçin anku beramberî noqteyên QSD`ê, lê belê di saetên derengiya şevê de QSD`ê 3 erebeyên çeteyên dewleta Tirk ên li gundê Amarnê yê başûrê bajarê Cerablusê teqandin.

Li Minbicê 2 sivîl şehîd in û 13 jî birîndar in

Duh bi şev piştî ku di navbera hêzên rejîmê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji aliyekî û çeteyên artêşa Tirk ji aliyekî din ve şer li eniyên Sacor rû da, çeteyan di seatên sibehê de gundê Um Adeset El-Farat ku dikeve bejahiya rojavayê bajarê Minbicê, bi dehan top û tankan topbaran kirin.

Di encamê de 2 sivîl; Ehmed Abdullah û Mihemed Abdullah Seferî şehîd bûn û 13 sivîlên din jî birîndar bûne.

anha