Zêbarî li ser êrişên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê hişyarî da

dibêje tirkiye kî dikeve ber dikuje

 Siyasetmedarê kurd Hoşyar Zêbarî li ser êrişên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê hişyarî da û ragihand, tirsa wê heye Tirkiye li hember kurdên Rojava komkujî û jenosîdê bike.

Wezîrê berê yê derve yê Iraqê, Hoşyar Zêbarî ji televîzyona Sky News re behsa êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê kiriye û nîgeraniya xwe li hember wê yekê aniye ziman.

Hoşyar Zêbarî hişyarî daye û gotiye, tirsa wê heye Tirkiye li hember kurdên Rojavayê Kurdistanê komkujî û jenosîdê bike. Ev jî dibe metirsî li ser Rojhilata Navîn. Hêzên Tirkiyê, kî dikeve ber wan dikujin û çi dikeve ber wan wêran dikin.

 Zêbarî daye xuyakirin, li gorî ezmûnên borî Tirkiye kîj cih deverek dagîr kiribe, bi hêsanî jê derneketiye.

Li ser helwesta Amerîka jî Hoşyar Zêbarî gotiye, Amerîka xiyanet li kurdan kir û xwe rûreş kir û bi vekişandina hêzên xwe aloziyek mezin li deverê çêkir.

PeyamaKurd