Volkswagen jî bertek nîşanî Tirkiyeyê da

jiber operasiyonê biryar hatiye ragirtin

Kompaniya mezin ya çê kirina tirimbîlan ya Almanî Volkswagen ku beriya demekî biryar dabû daku li Tirkiyeyê kargeheke mezin çê bike, bertek nîşanî operasiyona Tirkiyeyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê da.

Li gor daxuyaniya birêveberatiya Volkswagen, bi mebesta şermezar kirina operasiyona Tirkiyeyê, vê biryara xwe ya bo ava kirina kargeheke mezin li Tirkiyeyê bo demeke nediyar rawestînin.

Di daxuyaniya han de hatiye gotin ku operasiyonên Tirkiyeyê û alîkariyên Tirkiyeyê yên bo cîhadî û DIŞIê vê bandoreke xirab li ser nav û dengê kompaniya me bikin.