Mesrûr Barzanî: Kurdistan dikare bibe navendeke girîng ya bazirganî

behsa siyaseta abûriya hikûmeta Kurdistanê kirin

Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke Amerîkî civiya û li ser pêgeha xwe bi vê awayî behsa naveroka civînê kir;

Me îro sêşem 15ê Cotmehê di civînekê de li gel  Serok û endamên civata biznis ya Amerîkî û Kurdistanî ku ji nunerên hijmareke zêde kompaniyên Amerîkî pêk hatibûn, behsa pêşe birin û geşe pêdana têkiliyên bazirganî yên di navbera Amerîka û herêma Kurdistanê de kir.

Me balkêşande ser vê yekê ku li herêma Kurdistanê de derfeta vê yekê heye ku bibe navendeke xiwarinê ne tenê bo navxwe û Îraqê belku bo tevahiya deverê û herwiha herêma Kudistanê dikare bibe navendeke bazirganî li deverê de û bo vê yekê jî me tevahiya asankariyên pêwîst bo hêlbirînerên navxweyî û biyanî dikin.