Lavrov bo Tirkiye: Lazime bi diyalog kêşeyan çareser bikin

dibêje lazime tirkiye li gel Kurd diyalogê bike

Wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov derbarê operasiyona artêşa Tirkiye û terorîstan ya bo ser Rojavayê Kurdistanê ragihand ku lazime Tirkiye kêşeyên heyî yên li deverê bi diyalogê çareser bike.

Lavrov herwiha eşkere kiriye ku lazime Tirkiye li gel Kurd û rejîma Şamê dest bi diyalogê bo çareser kirina kêşeyan bike.