Li Adanayê êrîşî Otobuseke leşkerî hate kirin

hîn hijmara birîndaran nehatiye eşkere kirin

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê îro danê sibê li bajarê Adanayê êrîşî ser otobusek leşkerî yaku hêzên ewlekarî veguhastiye, hatiye kirin.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê ku xwe dispêre gotinên rayedarên ewlekarî yên Adanayê, di êrîşê de hijmareke gelek zêde ji endamên hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê û 4 welatiyên medenî jî birîndar bûne.

Rayedarên ewlekarî yên Adanayê herwiha daxwaz ji xelkê jî kirine weke tedbîr biçin berdem nexweşxaneyan bo ku eger pêdivî bi xwînê hebû, bikaribin xwîn bidin.