Revandina welatiyên Kurd ji aliyê cîhadiyan ve didome

li hember berdana wan daxwaza pereyan dikin

Li gor zaniyariyên ku ji aliyê dezgeha mafên mirovan ya li Efrînê hatine eşkere kirin, cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê yên li Efrînê 4 welatiyên Kurd bi navên Henan Mihemed Ehmed, Zîbar Elî Elom Elûş Mihemed Çirko, Sîvar Mistefa Sedo revandine.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku ev her çar welatî li gundê Senarê ya navçeya Şiyê ya ser bi Efrînê ji aliyê koma cîhadî ya Silêman şah yaku ser bi Tirkiyeyê ve hatine revandin û bo azad kirina wan jî komên cîhadî daxwaza pereyan dikin.

Hêjayê gotinê ye ku revandina welatiyên Kurd berdewame û cîhadî bi rêya revandina welatiyên Kurd pereyan bo xwe kom dikin.