Li Mendeliyê navendên DIŞIê hatin jinavbirin

5 terorîstên DIŞIê jî hatine girtin

Hêzên ewlekarî yên Îraqê belav kirin ku karîne di encama operasiyonekê de bo ser pêgehên terorîstên DIŞIê li parêzgeha Diyalayê, çend navend û pêgehên terorîstên DIŞIê ji nav bibin.

Li gor çapemeniya Îraqê, hêzên ewlekarî yên Îraqê li devera Mendeliyê ya ser bi parêzgeha Diyalayê operasiyonek  lidar xistine û di encama operasiyonê de çend terorîst hatine kuştin û 5 terorîstên din jî hatin girtin.

Herwiha çend navendên terorîstan jî bi temamî hatine jinavibirin.