Qeyûm li Mêrdînê nêzîkî 200 karkerî ji kar derxist

tevahiya wan karkeran kurdin

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mustafa Yaman 187 karkerên Şaredariyê ji kar avêtin.

Hat ragihandin, Walî û Qeyûmê Mêrdînê Mustafa Yaman ku cara duyem bûbû Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê berî çend rojan 150 karkeran û niha jî 37 karkerên din jî ji kar avêtin. Bi vî awayî hejmara karkerên ji kar hatine avêtin gihişt 187 kesan.

Endamê Sendîkaya DISK Salih Dogrul dibêje, gef û fişareke mezin ji aliyê saziyên AKPê li ser karkerên hîna nehatine avêtin jî tê kirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di 19ê Tebaxê de Şaredarê Mêrdînê yê HDPyî Ahmet Turk ji kar dûr xistibû û li şuna wî Parêzgerê Mêrdînê wekî qeyûm wezîfedarkiribû.

peyamakurd