Civata wezîran çend biryarên girîng da

vê şanda Kurdistanî serdana Bexdayê bike

Îro civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser pêgeha xwe ya taybet derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro çarşem 11ê Îlonê me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de encamên civîna hevbeş ya di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û firaksiyonên Kurdistanî yên di parlementoya Îraqa federal de û herwiha endamên komîteya darayî nirxandin û me biryar da daku hefteya pêşiya me, şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê bi mebesta giftûgo kirin û lihev vehugastina zaniyariyan derbarê bûdce û beşdariya herêma Kurdistanê di qonaxa destpêkê ya amade kirina proje bûdceya 2020an ji aliyê wezareta darayî ya federal ve, serdana Bexdayê bike.

Hewriha biryar hate dayîn daku komîteyên darayî, petrol û gaz û qanûnê yên parlementoya Îraqê bo Kurdistanê werin vexwandin.

Vê roja pêncşem 12ê Îlonê şanda hikûmeta herêma Kurdistanê bo diyar kirina hûrgilî  û datayên taybet bi giftûgoyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federal vê li gel parlementoya Kurdistanê bicive.

Her di heman civînê de wezîrê plandanan raportek derbarê projeya serjimêriya sala 2020an ya Îraqê pêşkêş kir û balkêşande ser amadekariyên herêma Kurdistanê û biryar hate dayîn daku komîteyeke taybet were damezrandin bo nirxandina projeya serjimêriyê bi berçav girtina berejwendiyên tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên gelê Kurdistanê.

Di dawiya civînê de giftûgo li ser mekanîzma nû ya rêkxistina bacê bi awayekî ku di berejwendiya giştî de be kir û civata wezîran jî proje biryar xwe ya taybet bi nave tênivîsa bazirganî pejrand ku mekanîzma nû ya bo rêkxistina bacê li xwe digire.