Îsraîl navendeke leşkerî ya Îranê bordiman kir

tê gotin çend navend hatine bordiman kirin

Li gor jêderên nûçeyan duhê bi şev balefirên şer yên Îsraîlê li Îraqê navendeke mezin ya leşkerî a Îran û heşda şebî bordiman kirine.

Jêder behsa vê yekê dikin ku duhê bi şev çend balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser navendeke leşkerî ya mezin a Îran û heşda şebî yaku li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê ya li navçeya El bûkemal hatibû dirostkirin bordiman kirine.

Weke tê zanîn meha derbasbûyî careke din ev navenda leşkerî hatibû bordimankirin û di encam de herî kêm 55 leşkerên Îranî û çekdarên heşda şebî hatibûn kuştin.