Li Bexdayê agireke mezin bi bazara Şorîce ket

hîn jî agir nehatiye vemirandin

Li gor çapemeniya Îraqê  îro 7ê Îlonê li avahiyekî bazirganî ya bazara Şorîce ya li Bexdayê bûyereke agirpêketinê çê bûye û di encam da avayî şewitiye û agir li derdorê belav bûye.

Çapemeniya Îraqê belav kir ku sedema bûyerê heta niha nehatiye zanîn û ti zirarên canî yên bê bûyerê nebûne lêbelê zirarên mezin yên madî hene.