Hêzên Yemenî kempeke El Nuxbe kontrol kir

dixwazên başûrê Yemenê kontrol bikin

Li gor jêderên nûçeyan duhê hêzên alîgirên hikûmeta Yemenê karîne li başûrê vê welatî navendeke leşkerî ya hêzên El Nuxbe kontrol bikin û hêzên han ji deverê derbixin.

Ev çend mehe şer û pevçûn di navbera hêzên alîgirên hikûmet û El Nuxbe de berdewamin û hêzên El Nuxbe dixwazên hêzên hikûmetê ji başûrê Yemenê derbixin û kontrola başûrê bixin destê xwe.