Li Diyarbekirê 5 kes hatin kuştin

8 kes jî birîndar bûne

Li gor jêderên nûçeyan ji Bakûrê Kurdistanê, li devera Farqîn ya Diyarbekirê di encama şerê di navbera du malbetan de herî kêm 5 kes hatine kuştin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku şer û pevçûn jiber kêşeyeke civakî di navbera du malbetan de qewmiye û di encama şer de herî kêm 5 kes hatine kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûne.

Jêder behsa vê yekê dikin ku yek ji kuştiyan jine.