Pompeo: Trump dixwaze hejmara leşkerên Amerîkî li Afxanistanê kêm bike

nêzî 14 hezar leşkerên Amerîkî li Efxanistanê ne

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze heta hilbijartina Seroktiyê ya 2020’an hejmara leşkerên li Afxanistanê kêm bike.

Li gor nûçeyeke voayê li paneleke li Washingtonê, ji Pompeo aqûbeta hejmara leşkerên Amerîkî yên li Afxanistanê hat pirsîn.

Pompeo da zanîn ku Trump xwestiye ku hejmara leşkerên Amerîkî yên li Afxanistanê kêm bibe.

Pompeo got: Şerê dawî lê nayê biqedînin û hejmara leşkaran kêm bikin. Ne tenê leşkerên me. Em hêvî dikin ku li herêmê hewcedariya bo leşkeran kêm bibe’’

Li Afxanistanê bi qasî 14000 leşkerên Amerîkî hene. Leşkerên Amerîkî hêzên Afxan perwerde dikin, şêwirmendiyê bo wan dikin û operasyonan dimeşînin.

Îsal, heta niha herî kêm 11 leşkerên Amerîkî li Afxanistanê hatine kuştin.