Îran: Me 17 sîxûrên CIAyê desteser kirin

amerîka hîn jî li ser vê mijarê ti daxuyaniyek nedaye

Wezareta Îtilaata Îranê ragihand ku hêzên wan 17 sîxûrên dezgeha îstixbarata Amerîkayê (CIA) desteser kirine.

Li gor ajansa Tasnim a ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve, Rêveberê Giştî yê Dije Sîxûrî li Wezareta Îtilaata Îranê ragihandiye, wan 17 sîxûrên CIAya Amerîkayê desteser kirine.

Rêveberê Giştî yê Dije Sîxûrî li Wezareta Îtilaata Îranê herwiha daye xuyakirin, biryar li ser wan 17 sîxûrên Amerîkayê hatiye dan û hinek ji wan dê bi tohmeta ‘fesadkarê li ser erdê’ bêne bidarvekirin.