Ukranî îro çûn ser sendoqan

di 31ê Adarê de biryara hilbijartinan hatibû dayîn

Piştî ku Serokê Ukrayna Vladimir Zelenskiy di 31ê meha Adara îsal de weke Serok sond xwar û destbikar bû, parlementoya vê welatî hilweşand.

Piştî hilweşandina parlementoyê jî biryara hilbijartinên pêşwext hate dayîn û îro welatiyên Ukraynayê bo diyar kirina nûnerên xwe li parlementoyê çûn ser sendoqan.

Di hilbijartinên Ukraynayê de berbesta sedî 5 bo partiyên siyasî tê cîhbicîhkirin û partiyeke siyasî ku nikarêbe zêdetir ji sedî 5ê dengan bidest bîne nakeve parlementoyê.