Trump: Amerîka balefirên F35 nade Tirkiyeyê

Turmp dibêje rewşa tirkiyeyê gelek aloze

Serokê Amerîka Donald Trump li Qesira Sipî ji rojnamevanan re got ku jiber ku Tirkiye ji Rûsya S-400 sitadine ewê balefirên şer yên F35 nedin Tirkiyeyê.

Trump da zanîn ku bi danûstandina S-400’an re rewşa bi Tirkiyeyê re ‘’zortir û dijwartir’’ bûye û diyar kir ku ew axaftina bi berpirsên Tirk re didomînin.

Trump di berdewamiya axaftinên xwe de got: Tirkiye di rewşeke zor de ye û em jî wek Amerîka di rewşeke zor de man, lê divê ez bibêjim ku jiber ku Tirkiyeyê ji Rûsya sîstema S-400 sitandiye, Amerîka dê balefirên F35 nede Tirkiyeyê.