YE dorpêçan li ser Trikiyeyê datîne

vê Ewrûpa cezayên giran bide Tirkiyeyê

Piştî kûrtir bûna aloziyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê yên li dor hewldanên Tirkiyeyê yên bo dîtin û derhênana petrol û gazê li Rojhilata Behra Spî, YE duhê biryar daye daku di hin waran de dorpêç li ser Tirkiyeyê deyne.

Piştî biryara YE, îro wezareta derve ya Tirkiyeyê jî bersifa YE da. Di daxuyaniya wezareta derve ya Tirkiyeyê de hatiye nivîsandin ku ev biryarên YE bi ti awayî bandorê li ser helwestên Tirkiyeyê nakin û Tirkiye vê li ser hewldanên xwe yên li Rojhilata behra spî berdewam be.