Li Colemêrgê sê leşkerên Tirk hatine kuştin

operasiyonên leşkerî li deverê didomin

Li gor çapemeniya Tirkiye û PKKê duhê di encama şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyeyê de sê leşkerên Tirk hatine kuştin.

Li gor heman çavkaniyan, pevçûn li parêzgeha Colemêrgê qewmiye û pişt re jî topxaneyên artêşa Tirkiyeyê bi tundî dever toparan kirine.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku artêşa Tirkiyeyê li colemêrg û çend navçeyên ser bi navenda colemêrgê ve qedexeya derketinê ragihandiye.