Artêşa Tirk çeteyên DIŞIê ji Hatayê derbasî Efrînê dike

Tirkiye cîhadiyên Îdlibê bo Efrînê vediguhêze

Çavkaniyên herêmî ragihand ku artêşa Tirk, 30 çeteyên DIŞIê piştî ku ew perwerde kirin, ji bajarê Hatayê yê Tirkiyê derbasî navçeya Şiyê ya kantona Efrînê kirin.

Li gorî nûçeyeke anhayê di 11`ê Tîrmehê de liv û tevgera çeteyên DIŞIê li ser xeta sînor a li navçeya Şiyê çêbûye.

Li gorî heman çavkaniyan, saet derdora 14:00`an, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, 30 çeteyên DIŞIê ji Hatayê derbasî navçeya Şiyê ya girêdayî kantona Efrînê kirine.

Dewleta Tirk beriya niha jî bi hezaran çeteyên DIŞIê ji Idlibê derbasî Efrînê kiribûn.