Opozîsyona Brîtanya daxwaza refrandumeke din dike

dibêje vê dest bi kempînên mezin bikin

Serokê partiya Karkeran ya Brîtanyayê Jeremy Corbyn derbarê derketina Brîtanyayê ji Yekîtiya Ewrûpayê diyar kir ku Brîtanya bi peymana partiya muhefêzekaran ya bê peyman ji YEê dernakeve..

Corbyn eşkere kir ku pêdiviya Brîtanyayê bi refrandumeke din heye û berbijêrê partiya desthilat yê bo postê Serokwezîriya Brîtanyayê lazime vê yekê baş bizanibe ku neçare daxwaza pêkanîna refrandumeke din bipejrîne.

Corbyn eşkere kir ku vê di refranduma nû de partiya wan bo mayîna Brîtanyayê di nava YE de kempînên mezin bimeşîne.