Adil Ebdulmehdî: Rêkeftina me li gel Kurdistanê heye

dibêje em bo çareser kirina kêşeyên heyî cidîne

 

Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî diyar kir ku li gel hikûmeta Kurdistanê li ser gelek mijar û babetan hemfikirin û rêkeftineke berfire di navbera wan de ya bo çareser kirina kêşeyên heyî hatiye îmzekirin.

Ebdulmehdî herwiha anî ziman ku li gel pêşmerge lihev kirine bo parastina ewlekariya sînorên Îraqê li gel Sûriyeyê û hêzên pêşmerge ewlekariya zêdetir ji 500km sînorên Îraqê diparêzin.