Mûçeyên parlementerên Îraqê tê kêm kirin

vê mûçeyên parlementeran were kêmkirin

Li gor daxuyaniyeke nivîsîngeha Serokê parlementoya Îraqê, parlementoya Îraqê biryar daye daku hinek guhertin di mûçe û îmtiyazên ku ji bo parlementeran hatibûn diyarkirin pêk bîne.

Li gor daxuyaniya han, vê mûçeya parlementerên niha û yên berê yên Îraqê, kesên ku xudan pileyên taybetên were kêmkirin û herwiha hijmar zirêvanên wan jî were kêmkirin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku ti cure îmtiyazek jî ji niha û pêde bo parlementeran nayê dayîn.