Serok Barzanî li gel hijmarek jinên rizgarbûyî ji destê DIŞIê civiya

dibêje emê jiyaneke baş bo we dabîn bikin

Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya hijmarek jinên Kurd yên Êzidî yên rizgarkirî ji destê terorîstên DIŞIê kir.

Di destpêka civînê de her yek ji Sekretera yekîtiya jinên Kurdistanê û berpirsê karûbarên Êzidiyan li wezareta karûbarên olî bi aweykî kurt behsa helwdanên heyî yên bo rizgar kirina Êzidiyên revandî ji aliyê DIŞIê ve û herwiha rewşa jiyana wan kesên ku hatine rizgarkirin kirin.

Di civînê de eşkere kirin ku ji 6 hezar û 417 kes ku di destpêka êrîşên terorîstên DIŞIê de hatine revandin heta niha 3 hezar û 476 kes hatine rizgarkirin û hîn jî 2941 kes di destê terorîstên DIŞIê dene.

Pişt re hinek ji rizgarkiriyên destê terorîstên DIŞIê bi awayekî kurt behsa wan karestan kir ku biser wan de hatine û tekez li ser vê yekê kirin ku gelek eşkence li wan hatiye kirin û weke kole lihember wan tevgeriyane.

Pişt re Serok Barzanî jî bixêr hatina wan kir û jiber karesat û terajidiyên ku biser wan de hatine hevxemiya xwe bo wan diyar kir.

Serok Barzanî diyar kir ku karesata ku biser Êzidiyan de hatiye domandina karesata enfalê ye yaku ji aliyê rejîma Besê ve biser gelê Kurd de hatiye û di encam de 180000 hezar Kurd hatine enfalkirin.

Serok Barzanî herwiha anî ziman ku karesata ku biser Êzidiyan de hatiye birînên leşê me nû kirin û leşê me hejand.

Serok Barzanî destnîşan kir ku gelek bi başî ji êş û azarên wan fêm dike û tişta biser wan de hatiye kareke hovane û dij însaniye lêbelê bi destê hêzên pêşmergeyên qehreman toleya wan ji terorîstên DIŞIê hatiye stendin.

Serok Barzanî di dawiya gotara xwe de diyar kir ku bi rêya parlemen û hikûmeta Kurdistanê ve bo dabîn kirina jiyaneke baştir bo we her tiştek ku lazim be vê bikin.