Mesrûr Barzanî û Andrew Peek behsa bihêztir kirina têkiliyên heyî kir

Amerîka û Kurdistan têkiliyên xwe bihzêtir dikin

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê û berbijêrê pîwerdarkirî yê bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Îraq û Îran Andrew Peek û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku balyozê Amerîkayê yê li Bexda û Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê û nunera hikûmeta Kurdistanê ya li Amerîkayê jî têde beşdar bûn, giftûgo li ser pêşhatên deverê bi giştî û berfiretir kirina têkiliyên navbera her du aliyan di warên cur bi cur de hate kirin.

Di beşeke din ya vê civînê de Mesrûr Barzanî behsa prosesa ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê kir û ragihand ku pêngavên pêwîst bo ava kirina kabîneyê destpê kirine û di dema diyar kirî de bo wergirtina baweriyê vê pêkhateya kabîneyê pêşkêşî parlementoyê were kirin.

Di berdewamiya civînê de behsa prosesa siyasî ya Îraqê hate kirin û tekez li ser çarser kirina kêşeyên helwastî yên di navbera Bexda û Hewlêrê di çarçoveya destûrê de hate kirin.

Di dawiya civînê de Andrew Peek hêviya serkeftinên bo Mesrûr Barzanî di Serokatî kirina kabîneya nû de xwest û amadebûna welatê xwe jî bo pêşkêş kirina hevkarî û bihêztir kirina têkiliyên di her warekê de diyar kir.