Xelkê Şinoyê êrîşî ser hêzên spaha pasdaran kir

endamên spahê ji deverê reviyane

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê beriya du rojan li bajarê Şino hêzên ser bi spaha pasdaran ya Îranê xwestine dest deynin ser tiştên du welatiyên Kurd lêbelê xelkê Şinoyê rê nedaye hêzên spahê.

Jêder behsa vê yekê kirin ku hêzên ser bi spaha pasdaran xwestine li hember navenda spahê dest deynin ser tiştên du şêniyên bajarê Şinoyê , lebelê xelkê Şinoyê êrîşî ser hêzên spahê kirine û rê nedane ku dest deynin ser tiştên wan du şêniyan û di dawî de jî hêzên spahê neçar bûne navenda xwe vala bikin û ji deverê birevin.