Mesrûr Barzanî li gel şandeke leşkerî ya Amerîkayê civiya

hevkariyên Amerîkayê bo hêzên pêşmerge berdewam dibin

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê û berbijêrê pîwerdarkirî yê bo ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke leşkerî ya Amerîkayê bi Serokatiya Serokê nivîsîngeha hevkariya ewlekarî ya Îraqî ( OSC-I) jeneral Gregory Croda kir.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser rewşa leşkerî, ewlekarî û aloziyên heyî yên li deverê, prosesa dabîn kirina pêdiviyên leşkerî û reformên di nava wezareta pêşmerge û mekanîzma hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hevpemanan jî hate nirxandin.

Di civînê de Mesrûr Barzanî hêviya berdewamiya hevkariyên heyî xwest û anî ziman ku her çend karînên leşkerî yên terorîstên DIŞIê hatine jinavbirin lêbelê lêv û tegerên DIŞIê zêde dibin û hîn jî weke gefeke mezin li ser aramiya deverê û navçeyên rizgarkirî berdewamin.

Ji aliyê xwe ve jî şanda mêwan hevdem li gel ku behsa rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de kir, ev yek dubare kir ku piştgîriyên Amerîkayê yên bo rêkxistin û pêkanîna reforman di nava refên hêzên pêşmerge de berdewam dibin.