Mesrûr Barzanî û Eyad Elawî behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê û berbijêrê pîwerdarkirî yê bo ava kirina kabîneya nû ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê hevpeymaniya nîştimanî Eyad Elawî û şanda pê re kir.
Di civînê de prosesa siyasiya Îraqê, pêşhat û aloziyên heyî yên li deverê hatin nirxandin û giftûgo li ser têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.
Di civînê de Mesrûr Barzanî behsa pêngavên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê kir û tekez li ser çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê li gorî destûr û bi rêya diyalogê eşkere kir.
Di beşeke din ya vê civînê de Eyad Elawî jî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Meserûr Barzanî kir û hêviya sekeftinê jî jê re xwest û hêviya vê yekê jî xwest ku di pêşerojê de têkiliyên navbera Îraq û Kurdistanê baştir bibin.
Di dawiya civînê de her du alî li ser lez kirin bo destpêkirina diyalogê bo dîtina çareseriyeke bingehîn bo tevahiya kêşeyên heyî û ava kirina Îraqek ku têde tevahiya pêkhateyan hest bi maf û erkên xwe bikin hemfikir bûn.