Trump: Îran êrîşa ser keştiyan pêk aniye

dibêje belge di destê me de hene

Serokê Amerîkayê Donald Trump di dema beşdarî kirin di bernameyeke kenala Fox News Amerîka de, derbarê êrîşên roja pêncşemê ya li Kendavê yaku li dijî du keştiyên petrolê pêk hatibûn axifî.

Trump eşkere kir ku belge di destê me de hene ku Îran ew êrîşa han pêk aniye.

Turmp di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku hêvî dike dorpêçên Amerîkayê bandorê li ser Îran bike û Îran neçar bikin daku bo îmze kirina rêkeftineke din ya nû xwe amade bike.