Deloitte raporteke din ya xwe derbarê petrol û gaza Kurdistanê de belav kir

ev şeşemîn raporte ku tê belavkirin

Kompaniya deloitte şeşemîn raporta xwe ya derbarê wenêrînên xwe yên li ser petrol û gaza Kurdistanê de belav kir.

Li gor raporta kompaniya Deloitte, Kurdistanê ji 1ê Cotmeha 2018an heta 31ê Kanûna heman salê, 39 milyon û 399 hezar û 482 bermîl petrol bo welatên derve hinarde kiriye.

Kompaniya amerîkî ya Deloitte ya ji bo hûrbîniyê, raporta xwe ya derbarê proseya deranîn û hinardekirin û firotina petrol û gaza Herêma Kurdistanê yên di çar mehên dawiyê yên sala 2018an de belav kir.

Li gor raportê, di navbera 1-10-2018an heta 31-12-2018an de 39 milyon û 399 hezar û 182 bermîl petrola xav hatiye hinardekirin. Hemû petrola xav a firotî 2 milyar û 125 milyon û 381 hezar û 980 dolarê amerîkî bûye. Nirxê bermîlek petrola xav jî 54 dolar û 97 sent bûye.

Herwiha 449 hezar û 249 bermîl petrola xav û kondenseyta veguhestî li navxwe hatiye firotin, ku bihayê wê 24 milyon û 427 hezar û 775 dolar bûye. Nirxê bermîlekê ji wê petrolê jî 44.375 dolar bûye.