Parasite xelata Cannesê bir bo xwe

xelat dan derhênerê Korî

Duhê festîvala fîlman ya Cannesê li Franseyê bi dawî hat û xelatên festîvalê hatin dabeşkirin.

Di festîvala îsal de xelata Palmiyeya zêrîn bo fîlmekê Koreya Başûr hat dayîn.

Navê fîlmê Parasite ku ji aliyê derhênerê navdar yê Koreya Başûr Bong Joonho ve hatiye derhênan.

Festîval di 14ê gulanê de destpê kiribû û duhê bi dabeş kirina xelatan bidawî hat.