Îraq hêzeke zêdetir dişîne Kerkûkê

dibêje naxwaze madeya 140 cîhbicîh bike

Hikûmeta Îraqê biryar daye daku hêzeke zêdetir bişîne Kerkûk û derdorê.

Li ser vê mijarê berpirsekî partiya demorkata Kurdistanê li Kerkûkê bi navê Diyarî Husên diyar kir ku hikûmeta Îraqê biryar daye daku hêzeke zêdetir bişîne Kerkûk û derdorê.

Diyarî Husên herwiha eşkere kir ku şandina hêzê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bo Kerkûkê nîşaneya vê yekê ye ku Îraq dixwaze bi şandina hêzên kêşe û aloziyên heyî yên li Kerkûk û derdorê zêdetir bike jiber ku Îraq naxwaze madeya 140 ya destûrê cîhbicîh bike.