DIŞIê 12 xaniyên welatiyan şewtandin

li aliyê rastê Mûsilê êrîş kirine

Jêderek ji herêmê ragihand duhê bi şev terorîstên DIŞIê li aliyê rastê Mûsilê êrîşî ser gundek bi navê Til Raman kirine.

Ev jêder eşkere kiriye ku terorîstên DIŞIê di êrîşê de 12 xaniyên şêniyên vê gundê bi temamî şewtandine û beriya ku hêzên ewlekarî yên Îraqê bigehêjên deverê, terorîst ji deverê reviyane.

Weke tê zanîn ev demeke ku terorîstên DIŞIê lêv û tevgerên xwe li deverê zêdetir kirine û di destpêka hefteya derbasbûyî jî moxtarê gundekî li gel tevahiya endamên malbata vî, kuştibûn.