Iran hêzeke zêde şandiye Merîwanê

xelkê bajarê ji bicîh kirina vê hêza biyanî ditirse

Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê ev sê roje rejîma Îranê hêzeke zêde ya leşkerî şandiye bajarê Merîwanê ya li Rojhilatê Kurdistanê.

Jêder behsa vê yekê dikin ku rejîm hêzeke gelek zêde ya leşkerî şandiye Merîwanê û li derdorê bajêr bicîh kiriye û piştî bicîh kirina hêza han ya leşkerî internet li bajarê Merîwanê hatiye lawazkirin û gelek caran jî tê qûtkirin.

Xelkê bajêr ji vê yekê gelek ditirsin û eşkere kirine ku hêzên han biyanî ne û li gel îtlaata Îranê tevdigerin.