Li Dêrsimê û Çewlikê fermandarek û 6 leşker hatin kuştin û birîndar hene

ev sê roje operasiyon didome

 Li Bakurê Kurdistan Bajarê Dersimê, operasyona leşkerî li dijî endamên PKKê berdewam e, duh jî fermandarek leşkerî û gerilayekî jiyana xwe ji dest dane.

Li Bajarê Dersimê ku ev 3 roj e operasyona leşkerî  li dijî gêrilayên PKKê hatiye dest pê kirin, bi tevlîbûna balafirên şer û balafiran ve, berdewam e.

Walîtiya Dêrsimê ragihan ku di şer de, fermandarek leşkerî yê bi nave Ferdican Altunkaş hat kuştin û gêrilayek jî canê xwe ji dest daye. Di encama operasyona sê rojan ya Dêrsimê de heta niha 6 Leşkerên tirk û 2 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Ji aliyê din ve li navçeya Kixi ya Çewlikê di navbera PKKê û endamên Artêşa Tirkiyê de 2 leşkerên tirk birîndar bûn.

PeyamaKurd