Keça Kurd ya 10 salî dîplomeya fexrî stend
12/5/2019 - 11:26
Keçeka Kurd ya temen 10 sal ku xelkê bajarê Bîcar ya Rojhilatê Kurdistanê ye, li welatê Japonyayê jiber wêneyên xwe yên ku derbarê jîngeh û jîngehparêziyê de kêşaye xelata dîplomeya fexrî bidest anî.
Keça Kurd Atna Hûsênî di misabiqeyên cîhanî yên wênekêşana taybet bi jîngehê yaku li Japonê hatibûn organîzekirin kariye di nava 12 hezar û 500 beşdarbûyên 44 welatên cîhanê pileyeke baş bidest bixe û xelata dîplomeya fexrî bistîne.