Pentagon wezîrê derve yê Amerîkayê direwand

dibêje me ti pilaneke leşkerî tuneye

Piştî ku duhê wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo derbarê aloziyên li Venezuela diyar kiribû ku Amerîka bo aram kirina rewşê hizir li ser bikar anîna hêza leşkerî li vê welatî dike, wezareta berevanî ya Amerîkayê ev yek red kir.

Wezareta berevaniya Amerîkayê yaku bi Pentagon tê nasîn diyar kir ku ti amadekariyeke wan ya bo destwerdaneke leşkerî li Venezuela tuneye.

Pentagon diyar kiriye ku heta niha ti fermanek li dor xwe amadekirinê bo destwerdaneke leşkerî ji wan re nehatiye û lazime di şûna leşkerî de girîngî bi rê û rêbazên dîplomatîkî were dayîn.