Kosovo jin û zarokên xwe yên di nava DIŞIê de vedigerîne

duhê 110 kes vegerand

Hikumeta Kosovo ragehand,110 wilatiyên Kosovoyê ku dinava wan de 73 zarok bûn herwesa digel hijmareka çekdarên berê yên DIŞIê ji Sûriye vegerandiye..

Li gor nûçeyeke voayê Wezirê dadê yê hikûmeta Kosovo Ebilard Tahirî da zanin ku vegerandina wilatiyên han bi alikariya Amerîkayê bûye.

Ebilard Tahirî diyar kir ku  em wê her karekî bikin bo vegerandina wilatiyên xwe ewên tevlî DIŞIê bûne û divê bêne dadgeh kirin.

Li sal 2012 pitîr ji 300 wilatiyên Kosovo derbasî Sûriye bûn daku tevlî terorîstên DIŞIê bibin û jiwana pitîr ji 70 kesan hatine koştin.