Binyamîn û Likud dîsa serkeftin bidest anîn

67 korsî bidest aniye

Li gor kanalên fermî yên Îsraîlê, encamên nefermî yên hilbijartinên Îsraîlê hatine weşandin.

Çapemeniya Îsraîlê behsa vê yekê dike ku partiya Likud bi Serokatiya Binyamîn Netanyahu dîsa serkeftin bidest aniye û 65 heta 67 korsiyên partlementoya Îsraîlê yaku 120 korsiye gerentî kiriye.

Piştî belav bûna encamên nefermî, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu li gel hevîjna xwe derketin pêşberî kamêreyan û serkeftina xwe pîroz kirin.

Hilbijartin duhê hatibû kirin û têde 40 partî beşdar bibûn.